Go to content

Dengdayîna li Australiya

On this page

Divê kî di helbijartinên Australiya de dengê xwe bide?

Ji we tê xwestin ku hun navê xwe li dengdayîna hilbijartinê (lîsteya dengdêran) bixin eger hun:

  • hemwelatiyê Australiya bin 
  • 16 salî an jî mezintir bin (lê heta hun nebin 18 salî hun nikarin dengê xwe bidin)
  • herî kêm mehekê di navnîşana xwe ya niha de dijîn

Xistina navê xwe di lîsteya hilbijêran de dê were wê wateyê ku hun di hemû hilbijartinan de di lîsteyê de ne: dê bikaribin di hilbijartinên neteweyî, welayet û rêveberiyên herêmî rayên xwe bidin. Dengdayîna di hilbijartinan de ew e ku hun çawa hildibjêrin bê ka kî wê di hikûmetê dê temsîla we bike.

Ez çawa dikarim ji bo dengdayînê qeyd bikim?

Hun dikarin li ser malpera Komîsyona Hilbijartinê ya Australiyayê li ser www.aec.gov.au/enrol geyd bikin ji bo dengê xwe bidin. Hun herwiha dikarin bi temamkirina formeke kaxizî dengê xwe bidin. Form bi îngilîzî ye, lê ji bo temamkirina wê dibe ku pêdivîya we bi alîkarîyê hebe.

Dema ku hun formê temam bikin dê pêdivîya we bi van hûrgilîyan hebe:

  • hûrguliyên hemwelatîbûna we ya Australiya
  • belgeya nasnameya we bi dayîna lîsansa ajotinê, pasaport an jî kesekî di lîsteya hilbijêran de ku nasnameya we piştrast bike.

Forma ku temambûyî vegerînin ofîsa Komîsyona Hilbijartinê ya Australiya:

Australian Electoral Commission 
 Reply Paid 9867
 Sydney NSW 2001

Pêdivî bi pûla postayê nîne.

Heger min berê ji bo dengdayînê qeyda xwe çênekiribe, dê pistgirêkek hebe eger min niha xwe qeyd kir?

Na, serê we dê nekeve belayê. Heger hun niha xwe qeyd bikin, dê cezayê pereyan li we neyê birrîn.

Ez çawa dikarim hûrgilîyên xwe yên li ser qeyda hilbijartinê nû bikim?

Divê hun nav û navnîşanê xwe nûjen bihêlin, wekî din dibe hun ji hilbijartinekê bêpar bimînin û cezayê pereyan li we were birrîn ji ber we dengê xwe neda ye. Hun dikarin qeyda xwe kontrol bikin û di www.aec.gov.au de hûrgilîyên xwe yên onlayin nûjen bikin. 

Heger pêdivîya we bi wergêrekî hebe, hun dikarin hûrgilîyên xwe kontrol bikin û li ser telîfonê nûjen bikin. Telîfonî Xizmeta Wergerandina devkî û nivîskî bikin li ser 131 450 û ji wan bixwazin ku we bi Komîsyona Hilbijartinê ya Australyayê ve girêbidin li ser 12 23 26.

Ji bo xizmeta bîrdariya hilbijartinê qeyd bikin

Heger hun qeydkirî bin û di hilbijartinekê de dengê xwe nedin, hun ê cezayê pereyan bidin. Heger hun bixwazin îmêleke an jî nameyeke bîrxistinê ji we re bişînin dema ku hilbijartineke dewletê an jî hukumeta herêmî hebe, hun dikarin di elections.nsw.gov.au/remindme de ji bo îmêl an jî nameya belaş xwe qeyd bikin.