Go to content

Hilbijartinên Herêmî yên NSW di 2024

Hilbijartinên Hikûmeta Herêmî ya NSW wê roja Şemiyê 14'ê Îlona 2024 pêk bên. Dengdayîn mecbûrî ye.

On this page

Derbarê hilbijartinên rêveberiyên herêmî de

New South Wales dabeşî 128 deverên rêveberiyên herêmî dibe. Her devereke rêveberiyên herêmî ji aliyê meclîsekê ve tê birêvebirin û li her deverekê de dengdêr endamên meclisê ku wan temsîl dike hildibjêrin. Endamên meclîsê yên hatine hilbijartin weke endamên meclisê tên binavkirin û serokê meclîsekê jî şaredar e.

Hin deverên rêveberiyên herêmî dibin navçe. Eger hun li qadeke meclîsê ya parçebûyî dijîn, hun bi tenê dengê xwe didin qawîşa ku hun tê de ne.

Hilbijêrên li hin herêman herwiha ji bo hilbijartina şaredarê xwe dengê xwe didin. Li herêmên din jî şaredar ji aliyê endamên meclîsê yên hatine hilbijartin ve tê bijartin.

Rola meclîsan

Rola meclîsên herêmî yên li New South Wales ew e ku li hewcedariyên bajar an jî civateke herêmî binêre.

Berpirsiyariyên meclisê ev in:

  • biryarên plankirin û guhartinan
  • rêyên herêmî û binesaziya avê
  • pirtûkxane, navendên werzişe û parkan
  • berhevkirinên gilêşa malê û paşvexistinê.

Ez dê çawa bizanim ku divê ez dengê xwe bidim? (Qeydkirina ji bo dengdayînê)

Heger hun18 salî û mezintir in û hemwelatîyê Australyayê bin, divê hun ji bo dengdayînê xwe qeyd bikin.

Dengdayîn mecbûrî ye. Dengdayîn derfetê dide we ku hun hilbijêrin bê ka wê kî di rêveberiya fêdiral, wîlayet û herêmî de temsîla we bike. 

Hun dikarin xwe qeyd bikin ji bo dengê xwe bidin eger hun:

  • hemwelatiyê Australyayê bin û
  • 16 salî ne an jî mezintir in (lê hun nikarin heta 18 salî dengê xwe bidin), û
  • herî kêm mehekê li navnîşana we ya heyî dijîn.

Hun dikarin xwe qeyd bikin ji bo dengdayînê yan jî hûrgilîyên xwe yên qeydkirinê nûjen bikin li ser malpera Komîsyona Hilbijartinê ya Awistralyayê an jî forma kaxizê temam bikin

Piştî ku qeyda we temam bû, hun ê piştrastkirina navê xwe bistînin wekî ku li ser pêşnûmaya hilbijartinê tê nîşandan û kîjan beşa hilbijartinê ya fêdiral, herêma hilbijartinê ya welayetê û deverên rêveberiyên herêmî yên hun lê ne. 

Pêvajoya qedkirinê bi îngilizî ye.

Vebijêrkên dengdayînê

Çend vebijarkên dengdayînê ji bo helbijartinên hikûmeta herêmî ya NSW ya 2024 hene.

Ji bo van hilbijartinan hun dikarin dengê xwe bidin:

  • rûbirû berî roja hilbijartinê de li cîhekî pêş-hilbijarinê (heger hun mafdar bin), an
  • di roja hilbijartinê de bi rûbirû, an
  • dengdayîna bi posteyê (heger hun mafdar bin).

Ji bo kontrolkirina cihê dengdayînê an jî berî roja hilbijartinê hun dikarin navnîşana xwe di lêgerîna li navnîşanê binivîsin li vir 

Navnîşana ku we qeydkirîye ji bo peydakirina lîsteya cihên dengdayînê û agahîyên derbarê saetên vekirinê û gihîştina her cihekî de.

Heger hun kor bin an jî dîtina we kêm be, hun dikarin bi rêya dengdayîna li ser telîfonê ya bi alîkariya operatoran li ser vê hêjmarê 1300 248 683 qeyda xwe çêbikin û dengê xwe bidin.

Di van hilbijartinan de hun tenê carekê bikaribin dengê xwe bidin.

Kaxizên dengdayînê ji bo hilbijartinên meclîsên herêmî 

Eger dema dengdayînê hat, hun ê kaxizeke dengdayînê an jî zêdetir bidest bixin, li gorî kîjan qada meclîsê an jî qawîşê hun ji bo dengdayînê qeydkirîne. 

Ji bo temamkirina kaxiza dengdayîna meclîsê wê ji hemû hilbijêran re bê dayîn.  Her wiha hun dikarin kaxiza dengdayînê ya şaredar, kaxiza dengdayînê a referandûmê (dengdayîna gelî) û / an jî kaxiza dengdayînê bistînin.

Şîretên li ser her kaxiza dengdayînê bi baldarî bixwînin. Şîretên bi îngilizî tên nivîsandin. Ji bîr nekin, heger hun bi awayekî rûbirû dengê xwe bidin û pêdivîya we bi alîkarîyê hebe, ji xebatkarên hilbijartinê bixwazin ku ji bo we tercûmanekî telîfonê rêkûpêk bikin. Her wiha hun dikarin hevalekî xwe, endamekî malbatê an jî kargêrekî bi xwe re bînin da ku alîkarîya we bikin da ku hun şîretên dengdayînê fam bikin.

Endamên meclisê

Hin meclîs li herêmên biçûk ên bi navê navçe tên dabeşkirin. Eger hun li yek ji van meclîsan bijîn, hun ê dengê xwe bidin endamên meclîsê ku wê temsîla civata we bikin, û kî wê ji meclîsê navçeyên din tevlî meclîsê bibe.

Di hin meclîsan de, kaxiza dengdayînê dê di rûpelê de xeteke zirav hebe, bi qadên dengdayînê hem li jor û hem jî di bin xetê de. Li ser van kaxizên dengdayînê, hun dikarin tercîhên xwe an li jorê xetê, an jî li binxetê nîşan bikin. Şîretan bi baldarî bixwînin.

Şaredar

Di hin meclîsan de piştî hilbijartinê şaredarîyê ji aliyê serokên meclîsan ve têye hilbijartin.

Di meclîsên din de jî şaredar rasterast ji aliyê hilbijêran ve tên hilbijartin. Dengdêrên li van meclîsan jî wê kaxiza dengdayînê ya ji bo temamkirina hilbijartina şaredaran werbigirin.

Referandum yan dengdayîn

Dibe ku hinek encûmen jî referandumekê pêk bihînin da ku bi awayekê potansîyel avayîya encûmenê biguherînin, yan jî rapirsîyek di bareya pirsekê de di civaka we de bikin.

Ji bo temamkirina referandum an jî kaxiza dangdayînê, şîretên îmzekirina 'ERÊ' yan jî 'NA' bişopînin.