Go to content

Hilbijartina ne-sereke ya Herêma Northern Tablelands

Yekşem, 22 Hizêrana 2024

Di 22’ ê Hezêrana 2024, roja Şemiyê de ji bo herêma Northern Tablelands dê hilbijartineke ne-sereke bê kirin.

Heger we qeyda xwe ji bo dengdayîna li herêma Northern Tablelands çêkiriye, hilbijartin dê mecbûrî be.  Li qeyda xwe binêrin û hûrgiliyên herêma hilbijartinê kontrol bikin.

Derbarê qeydkirina ji bo dengdayîna di hilbjartinê de li vir zêdetir agahîyan bispêrin

Vebijêrkên dengdayînê yên ji bo vê hilbijartina ne-sereke ev in:

  • Rû bi rû di roja hilbijartinê de li navendeke dengdayînê 
  • Rû bi rû beriya roja hilbijartinê li navendeke dengdayînê
  • Dengdayîna bi posteyê, eger hun guncaw bin

Heger hun kesekî kor bin an jî dîtina we kêm be, hun dikarin bi rêya dengdayîna li ser telîfonê ya bi alîkariya operatoran deng bidin li ser 1300 248 683 ji box we qeyd bikin û hun dengê xwe bidin.

Di dema dengdayînê de alîkariya bi zimanê xwe bistînin 

Eger pêdiviya we bi wergêrekî hebe, ji kerema xwe telîfonî TIS National bikin li ser 131 450 û ji wan bixwazin ku roja di hilbijartinê de telîfonî Komîsyona Hilbijartinê ya NSW bikin li ser 1300 135 736 ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê, Duşem û înê heta 6’ ê êvarê di roja dengdayînê de.

Eger hun dengê bi xwe bidin, li navendên dengdayînê yên ji bilî Îngilîzî zimanekî din dipeyivin, wê rozetek li xwe bikin ku tê de kîjan ziman (çi) diaxivin. Ew dikarin bibin alîkar ku pirsên we bibersivînin.

Herwiha hun dikarin endamekî malbatê, hevalekî xwe bi xwe re bibin navenda dengdanê an jî ji wan bixwazin ku ji we re bibin alîkar ku hun dengê xwe yê bi rêya posteyê fêm bikin.